13:15 24 Gulan 2018
    Peykerê Oleg Peşkov

    Kemerî dixwazin navê Oleg Peşkov nemir bikin

    © Sputnik / Alexabder Vilf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komeleya Piştgirî û Çanda Navneteweyî ya VELESê Nadejda Pelit ragihand ku Şaredariya Kemerê dixwaze li ser navê Oleg Peşkov parkekê veke.

    Antalya — Serokê Komeleya Piştgirî û Çanda Navneteweyî ya VELESê Nadejda Pelit ragihand ku Serokê Şaredariya Kemera navçeya Antalyayê Mustafa Gul dixwaze xaniyekî bide malbata pîlotê û her wiha di 24ê Mijdarê de jî dixwaze li ser navê Oleg Peşkov parkekê veke.

    Nadejda Pelit di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku şaredar Mustafa Gul dixwaze li ser navê Oleg Peşkov parkekê veke û di nava parke de jî abîdeyekê wî çêbike û wî nemir bike. Mesrefê abîdeyê wê ji terefê şaredarî û saziyên sivîl û civakî were fînansekirin û dê vê di dema herî kin de pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Malbata pîlotê rûsî bersiva Tirkiyeyê da
    Esnafên antalyayî xaniyek diyarî malbata pîlotê rûsî kirin
    Erdoganî ji bo kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Putinî xwest
    Dozger wê pirsa kuştina pîlotê rûsî ji Alparslan Çelik bike
    Binçavkirina Alparslan Çelik ne ji bo kuştina pîlotê rûsî ye
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Şaredarê Kemerê, Serokê Komeleya Piştgirî û Çanda Navneteweyî ya VELESê, Mustafa Gul, Nadejda Pelit, Antalya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de