12:51 22 Çile 2018
Zindî
    Faysal Sariyildiz

    Sariyildiz: Gelê kurd wê ti caran radestiyê qebûl neke

    © Foto: Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Cenevreyê beşdarî civîna gel bû û diyar kir ku dewlata tirk li Kurdistanê têç çû.

    Cenevre — Navenda Civaka Demokrat a Kurd li bajarê Cenevreya Fransayê civînek li dar xist. Di civînê de Sariyildiz jî amade bû. Sariyildiz di civînê de mafê axaftinê girt û derbarê şerê li bajarên kurdan de axivî.
    Sariyildiz da xuyakirin ku Erdogan li Kurdistanê li hember berxwedana gel têk çû û li hember çavên cîhanê sûcê şer kir.

    'GELÊ KURD WÊ XIYANETÊ TI CARAN QEBÛL NEKE'

    Sariyildiz bal kişand ser polîtîkayên Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û diyar kir ku Erdogan welêt ber bi şerekî mezin ve dibe. Sariyildiz da zanîn ku gelê kurd wê xiyanetê ti caran qebûl neke û bi berxwedaneke mezin zîhniyeta qetlîamker pûç bike.
    Sariyildiz komkujiyên li Cizîr û seranserê bajarên kurdan bibîr xist û got Erdogan û AKP wê hesabê van tiştan bidin.

    'GELÊ KURD WÊ TI CARAN RADESTIYÊ QEBÛL NEKE'

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bibîr xist ku li gel  çend komkujiyên giran û xerakirina bajaran jî gelê Kurd ti carî axa xwe neterikandiye û her dem li ber xwe daye. Sariyildiz ragihand ku gelê kurd wê ti caran radestiyê qebûl neke û destnîşan kir wê Erdogan têk biçe.

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş û Sariyildiz li NYê bûyerên Cizîrê vegotin!
    Faysal Sariyildiz bersiva Erdoganî da
    Sariyildiz: ‘Cizîr kampa naziyan e, dewlet delîlên sûc ji holê radike’
    HDPê ji Bozdag re got: Hûn dixwazin Sariyildiz bidin kuştin?
    Wezîrê Dadê, Sariyildiz bi piştgiriya terorîzmê sûcdar kir
    Etîketan:
    kurdistan, bajarê kurdan, şirnex, dewleta tirk, gelê kurd, şer, komkujî, navenda civaka demokrat a kurd, hdp, Faysal Sariyildiz, cenevre, fransa, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de