16:51 22 Çile 2018
Zindî
    Penaber

    Bi hezaran penaber ji Ewropayê vegeriyan welatên xwe

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku bi hezaran penaberên li Yûnanîstanê bi alîkariya dezgeh û saziyên navneteweyî vegeriyan welatê xwe.

    Atina — Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî, berdevka ofîsa Atina ya Rêxistina Penaber a Navneteweyî (IOM) Christina Nikolaou ragihand ku di çarçoveya bernameyeke ku ji serê salê û vir de dihat şopandin de 3 hezar û 245 penaber ji bo ku vegerin welatê xwe hatin tomarkirin.

    Nikolaou di axaftina xwe got: "Ev kesên ku daxwaza penaberiyê li Yûnanîstanê û nehatibû qebulkirin, piraniya wan ji xelkê Fas, Pakîstan, Afganîstan, Bangladeş û ji welatê Asya û Efrîqiya Başûr bûn û vegeriyan welatê xwe."

    Rêxistina Penaber a Navnetweyî koçberan di bin parastina hêzên ewlehî de vegera derfetê pêşkêşî wan dike. Her wiha yên ku biryara vegerê didin alîkariyeke biçuk jî ji bo wan tê dayîn, ji bo vegerê beriya ku penaber li balafirê siwar bibin, serê her yekî 500 euro didin wan.

    Bi heman mijarî:

    3200 penaber ji Yunansîtanê, vegeriyan welatên xwe
    Zarokên penaber di destê komeleyên cihadîst de ne
    Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
    Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
    Terorîstan gule reşandin: 6 penaber hatin kuştin
    Etîketan:
    berdevka ofîsa Atina ya Rêxistina Penaber a Navneteweyî (IOM), Deutsche Welle ya Tirkî, Christina Nikolaou, Yûnanîstan, Atina
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de