15:30 23 Gulan 2018
    Rojnamevan

    CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 rojnamevan jî hatin girtin

    © Flickr / Eelco
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) derbarê rewşa rojnamevanan de raportek amade kir û ragihand ku, di 6 mehên dawî de 10 rojnamevan hatin kuştin û 24 jî ji wan hatin girtin.

    Navenda nûçeyan — CRA derbarê rewşa rojnamevanan ya 6 mehên dawî de raportek amade kir û tiştê hatine serê wan yek bi yek eşkere kir. Li gorî raportê di nava 6 mehên dawî de 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 ji wan hatin girtin û 42 ji wan jî bi tundî dîtin.
    Ji xeynî wêderbarê 60 rojnamevan û saziyê çapemeniyê de doz hatine vekirin û 11 saziyê çapemeniyê jî hatine astengkirin.

    '54 PIRTÛK HATIN QEDEXEKIRIN'

    Derbarê 190 rojnamevan û weşanan de  lêpirsîn hatin vekirin. Der barê 59 rojnamevan û weşanan de doz hat vekirin. 25 rojnamevan û weşanxane rastî cezayan hatin. Derbarê 54 pirtûkan de biryara komkirinê hat dayîn ku 53 pirtûk ên Weşana Aramê ne.

    '11 SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN ASTENGKIRIN'

    11 rojname, ajans, tv û radyo hatin an hatin astengkirin an jî  girtin. Herî zêde malpera DÎHAyê 42 caran, Azadiya Welat 5 caran û JINHA 5 caran hatine sansurkirin. Der barê 11 bûyeran de qedexeya weşanê hat dayîn. 17 rojnamevan ji kar hatin avêtin.

    Bi heman mijarî:

    TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
    PENa Kurd: Bila her sê rojnamevan serbest bên berdan
    Rojnamevan tirkî ji RTyê re got:'Alîkariya DAIŞê min bi çavê xwe dît'
    Li Bexdayê rewş aloz e:Yek jê rojnamevan 4 kuştî û 28 birîndar
    Li gor raporta Bianet ê li Tirkiyê 28 rojnamevan di girtîgehê de ne
    Etîketan:
    azadî, hikumet, asteng, qedexe, çapemenî, ogc, CRA, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de