08:08 23 Gulan 2018
    DAIŞ

    Wezîrê şer ê DAIŞê li Iraqê hate kuştin

    © Foto : K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Pentagonê, balafirên koalîsyonê li nêzî Mûsilê di operasyoneke taybet de du fermandarên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hêzên koalîsyonê di 25ê Hezîranê de di êrişeke hewayî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de du fermandarên bi navê Besim Muhammed Ahmed el Bajarî û Hatim Talib el Hamdunî hatin kuştin.

    Pentagonê di berdewamiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Bajarî cîgirê wezîrê şer ê rêxistina terorîst bû û Hamdunî jî yek ji fermandarê rêxistinê yê Mûsilê bû. Ev operasyon xîret û hewldanên koalisyona hevpeyman a li dijî DAIŞê nişan didin.

    Pentagonê di dirêjiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevlî êrişên meha borî û van êrişên dawî yên ser rêxistina terorîst ku fermandarên wê hatin kuştin dide xuyakirin ku rêxistin bi awayekî cidî li Mûsilê qels bûye û li Herêma Kurdistanê berpirsên xwe yen leşkerî tüne kirine.

    Bi heman mijarî:

    Gelek belgeyên DAIŞê di destên HSDê de ne
    Erdogan bo êrişa balafirxaneyê got: ‘Bi îhtimaleke mezin DAIŞê kiriye'
    Parlementerê HDPê yê Dîlokê: Li Dîlokê gelek malên DAIŞê hene
    Guardian: Gelê Tirkiye, êşa hevkariya Erdogan û DAIŞê dikşîne
    Li Stenbolê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon
    Etîketan:
    Kuştina serkirdeyên DAIŞe, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), Hatim Talib el Hamdunî, Besim Muhammed Ahmed el Bajarî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de