15:56 23 Gulan 2018
    Balafira şer a Iraqê

    Li Balikesirê balafireke perwerdehiyê ket: 2 mirî

    © Foto : WIKIPEDIA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Ayvalika Balikesirê balafireke perwerdehiyê ket û di encama bûyerê de 2 kes mirin.

    Balikesir — Li navçeya Ayvalika Balikesirê balafirekê perwerdehiyê ya Dezgehê Hewageriyê ya Tirkiyeyê (THK) ket û di encama bûyerê de 2 kes mirin.

    Qeymeqamê Ayvalikê Namik Kemal Nazli daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Sarimsakliyê balafireke perwerdehiyê ya ku ji pîsta THKyê bi firê ketibû ji ber sedemên ku hêj nediyar in ket.

    Nazli ragihand ku di qezayê de du kes mirin û got: "Serokê Şaxa Ayvalikê yê THKyê Mustafa Dogrular û kesekî din mirin. Me derheqê rewşê de agahî da rayedarên Balafirgeha Koca Seyit a Balikesirê. Tê payîn ku ekîba qezayê ya hewageriya sivîl bişînin cihê bûyerê."

    Bi heman mijarî:

    Li Bangladeşê balafir ket: 3 mirî 1 birîndar!
    Dewleta Îtalyayê 8 balafir û leşkeran dişine Herêma Kurdistanê
    Balafir ket otobanê
    Balafir niha li Hesekê li 2 taxan didin
    Serêkaniyê- Balafir û YPGê êrişa mezin a DAIŞê têk birin
    Etîketan:
    Dezgehê Hewageriyê ya Tirkiyeyê (THK), Balafira perwerdehiyê ket, Mustafa Dogrular, Namik Kemal Nazli, Balikesir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de