16:46 22 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Rûsya: "Herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 172an"

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku li herêma Hûms û Helebê 2 cihên din tevlî peymanê bûn û bi wan re hejmara cihên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 172an.

    Navenda Nûçeyan - Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku li herêma Hûms û Helebê 2 cihên din tevlî peymanê bûn û bi wan re hejmara cihên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 172an.

    Li gorî raporta malpera înterneta Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di nava 24 saetên dawî de 2 caran agirbest hat îxlalkirin. Milîtanên rêxistina Ceyş-ul Îslam ku xwe wekî muxalif bi nav dike bi top û hawanan êrişî êrişî çeperên Artêşa Sûriyeyê yên herêma Cabbar û Erbilê kirin.

    Li gorî raportê, rêxistina terorîst a El Nûsrayê provokasyonê ne didomîne û herêmên sivîl ên Heleb, Şam û İdlîbê bi çeke giran topbaran dike.

    Navenda şopandinê di berdewamiya daxuyaniya de ragihand ku 2 ton alîkariya însanî li niştecihên herêma Hûmsê hatin parvekirin û bi balafira şirketa Abakana rêya hewayî ya Rûsyayê 18 ton alîkariya însanî bi pereşûtan li herêma Dêra Zorê ku di bin dorpêça rêxistina terorîst a DAIŞê de hat avêtin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bi balyozên YEyê re Sûriye û Ûkrayna nirxandin
    3 DAIŞî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hatin girtin
    'Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev dibin'
    Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"
    Robert Fisk bertek da raporta NY ya ‘li Sûriye cixarekêşî': Man hûn şerm nakin?
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, EL Nûsra, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Heleb, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de