12:44 22 Çile 2018
Zindî
    Xurmatû

    Li bajarê Xurmatû teqîna xwekujî: 3 kuştî û 7 birîndar

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Teqîneke bihêz li Taxa Îmam Ehmed a navçeya Xurmatu qewimî. Li gorî zanyariyan teqîn xwekujî bûye û li nêzîkî Huseyniye ya Şîeyan çê bûye.

    Xurmatû — Milîsên Şîe yên Heşdî Şebî hewl dan, ku rê li kesê xwekuj bigirin, lê belê serkeftî nebûne û kesê xwekuj xwe li nêzîkî Huseyiniyeyê teqandiye. Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.

    Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Xurmatû, Kerîm Şukur ragihand ku teqîn li nêzîkî baregeha Rêxistina Bedir a Şîeyan derketiye.

    Kerîm Şukur her wiha got, rewş li taxên kurdî yên Xurmatûyê aram e û tû bûyereke nexwestî li wan taxan çê nebûne.

    Navçeya Xurmatû ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û bi qasî 100 kîlometran ji nevanda parêzgehê bajarê Tikrîtê dûr e.

    Hejmara rûniştvanên Xurmatûyê bi gund û bajarokên derdorê ve nêzîkî 220 hezar kes e û kurd derdora %60, tirkmen %25 û ereb jî %15ê nifûsa navçeyê pêk tînin.

    Bi heman mijarî:

    Joe Biden: Divê Iraq bibe sê parçe
    Iraq rizgarkirina Fellûceyê pîroz dike
    Mesrûr Barzanî: Piştî DAIŞê bila Iraq bibe 3 perçe
    Iraq li dijî terorîzmê pêwistiya me bi alîkariyan hene
    Iraq para pêşmergeyan ji çekan naşîne
    Etîketan:
    Êrişa Xwekujî, Heşdî Şebî, Nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Kerîm Şukur, xurmatû, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de