18:15 17 Çile 2018
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    Destûra Rojava hat ragihandin: Qamişlo dibe paytext!

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31

    Birêveberiya Xweser a Rojavayê destûra xwe ya bingehîn aşkere kir û tê de bajarê Qamişlo wek paytext diyar kir.

    Qamişlo — Li gorî nûçeya malpera ninovanewsê Encûmena Damezrîner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê Birêveberiya Xweser a Rojavayê ve hatiye avakirin, piştî derbasbûna çend mehan destûra vê Herêma Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê aşkera kir.

    Destûra ku ji aliyê Encûmena Damezirîner a Sîstema Federalî ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo Rojavayê hatiye amadekirin, ji 85 madeyan pêk tê.

    Herwiha, li gorî wê destûrê, bajarê Qamişlo dibe paytexta Federaliya Rojavayê. Piştî avabûna Birêveberiya Xweser û kantonên Rojavayê Kurdistanê, bajarê Amûdê wek paytext û navenda îdarî-siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hatibû diyarkirin.

    Ji aliyekî din ve, hemû zimanên sînorên federaliyê dê di hemû warên civakî, îdarî, perwerdehiyî û çandî de weke hev bên bikaranîn.

    Herwiha li gorî madeya 5an, alaya Rojavayê dê were diyarkirin û ew ê alayeke taybet a federaliyê hebe, ew ala dê li kêleka alaya federasyona Sûriyeyê were hildan.
    Ji aliyekî din ve, herêma Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê logoyeke taybet bi xwe jî hebe. Herwiha di destûrê de hatiye gotin, Herêma Federalî dê sîstema hevserokatiyê bi kar bîne. Li gorî madeya 35 û 36 ên destûrê jî nabe bi ti awayî bêyî destûra dadgehê mal û cih werin kontrolkirin û azadiya kesan jî nayê astengkriin. Di destûra amadekirî de tê gotin, medya di karê xwe de azad e û nabe rê li pêşiya bîr û baweriyan were girtin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk êrişî Qamişlo kir: 7 kes birîndar bûn
    Asayişa Rojava: ‘Hizbullaha Libnanê li Qamişlo şerê me kir'
    Qamişlo 29 cangoriyên xwe dispêre axê
    Bîlançoya şerê Qamişlo diyar bû
    Etîketan:
    Rêveberiya Xweser, Encumena Damezrîner a Sîstema Federaliya Rojavayê, paytext, rojava, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de