01:27 23 Hezîran 2018
artêşa sûriye

SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"

© AP Photo/ SANA via AP
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Komeleya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku ji roja Çarşemê û vir ve di şerê li Heleb û Gûtayê de herî kêm 80 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku bi qasî 30 ji kesên li bakurê Helebê mirin e leşkerên rejîmê yan jî milîsên alîgirê rejîmê ne. Tê gotin ku yên din jî ji komên mûxalîf in. Şer bi giranî li herêma Melahê ya li ser rêya navenda Helebê ye, qewimî.

Li gorî malpera nûçeyan El Masdar News (AMN) a nêzî rejîmê, operasyona Artêşa Sûriyeyê ya ji bo kontrolkirina Melahê bi temamî bi ser neket. Malperê da zanîn ku yekîneyên artêşê xwe ji çîftlikên li dora Melahê vekişandine.

Komên terorîst ên li bakurê Helebê li hemberî yekîneyên artêşê şer dikin, tevî ku wekî 'mûxalîf' tên binavkirin jî komên wekî El Nûsra ya ser bi El Qaîde û Ehrar El Şam in.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di bomberdûmana li Gûta ya li rojhilatê Şamê de herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Bi heman mijarî:

Lavrov bi balyozên YEyê re Sûriye û Ûkrayna nirxandin
3 DAIŞî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hatin girtin
'Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev dibin'
Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"
Robert Fisk bertek da raporta NY ya ‘li Sûriye cixarekêşî': Man hûn şerm nakin?
Etîketan:
Komeleya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Ehrar El Şam, El Qaîde, EL Nûsra, artêşa sûriyeyê, Heleb, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de