12:48 25 Îlon 2017
Zindî
    Berhem Salih

    Berhem Salihî li hemberî êrişên Îranê nerazîbûn nîşan da

    © Foto: kurdistan-post
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salihî li hember topbarankirina deverên sînorî yên herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, nerazîbûna xwe ragihand bo wî welatî.

    Navenda Nûçeyan — Şandeke Komara Îslamiya Îranê li bajarê Silêmaniyê bi Cîgirê Duyem a Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salihî re hevdîtin pêk anî.

    Li gorî agahiyên ketine destên me, Berhem Salih bi amadebûna endamê serkirdayetiya YNKê li nivîsgeha xwe li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke payebilind a Îranê kir.

    Ofîsa Berhem Salih piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, di vê hevdîtinê de Berhem Salih û şanda Îranê behsa rûdanên dawî yên li herêmê bi giştî û yên li ser sînorê navbera hêrma Kurdistanê û Îranê hat kirin.

    Herwiha hat ragihandin ku Salihî di vê hevdîtinê de nerazîbûna xwe li hember bûyerên vê dawiyê û topbarankirina sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê nîşan daye û dilgiraniya xwe bo wê şandê ragihandiye.

    Bi heman mijarî:

    Berhem Salih: Em ê nehêlin dîrok xwe dubare dike
    Berhem Salih:'Tu kes nikare li şuna kurdan biryarê bide'
    Berhem Salih: ‘Me bi Rûsyayê re hevdîtina çekan pêk anî'
    Kosret Resûl bi fermî piştgirî da projeya Berhem Salih
    PDK: Em amadene liser projeya Dr Berhem Salih biaxivin
    Etîketan:
    nerazibûn, bertek, dilgiranî, êrîş, YNK, Berhem Salih, Kurdistan, Îran, Silêmaniyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de