08:40 26 Îlon 2017
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Êrîşa balafirgeha Stenbolê, bi pesendkirina Bexdadî hat kirin

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Biryara êrîşa balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê li bajara Reqayê yê Sûriyeyê di asta herî bilind a Şûrayê de hat dayîn. Biryar piştî pesendkirina Bexdadî ji bo Yekîneya Istixbarata derveyî hat ragihandin.

    Navenda Nûçeyan — Sputnik derbarê teqîna balafirgeha Stenbolê xwe gihand agahiyên giring û hat ragihandin ku êrîş bi taybetî li ji aliyê welatiyên biyanî yên bê sabîqe hatiye kirin û li Reqayê di Şûrayê de bi pesendkirina Bexdadî hat dayîn.

    Parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Togrulî ji Sputnikê re diyar kir ku Tirkiyeyê bi zanebûn destwerdan di DAIŞê de nedikir. Herwiha parlementerê CHPê Eren Erdemî diyar kir ku êrîşa balafirê ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya deriyê vekirî bû.

    Ji aliyekî biryara êrîşa balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê li bajara Reqayê yê Sûriyeyê di asta herî bilind a Şûrayê de hat dayîn. Biryar piştî pesendkirina Bexdadî ji bo Yekîneya Istixbarata derveyî hat ragihandin.

    Herwiha ji bo ku neyên şopandin, welatiyên biyanî yên ku sabiqeya wan tine bin, hatin hilbijartin. Sedema bikaranîna welatiyên biyanî jî, operasyonên vê dawiyê ku hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê li dijî welatiyên tirk pêk anîne.

    "POLÎSAN LI DERBASBÛNA DAIŞÊ NERÎ Û TI TIŞT NEKIR"

    Parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Togrulî ji Sputnikê re diyar kir ku Tirkiyeyê di dema xwe de destwerdan di DAIŞê de nekir û eger bê kirin, ew ê pêwendiya wê bi cîhanê re qut bibe û wiha got:

    "Me gelek caran got ku dewlet tiştekî li dijî derbasbûnên ku ji Cerablusê bo Tirkiyeyê tên kirin neyên kontrolkirin dê di siberojê de bibin kêşe lê ti kesî guhdarî nekir. EV der deriyê DAIŞê bo cîhanê ye. Dewlet ji sala 2012an de DAIŞê dişopîne lê ti tiştî nake."

    TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYA DAIŞÊ LI DIJÎ YPGÊ KIR

    Herwiha parlementerê HDPê teqez kir ku Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞê li dijî YPGê kir û got, "Ez wiha difikirim ku polîsan bi zanebûn dest li DAIŞê wer nedida. Ev jî nîşan dide ku ew piştgiriya DAIŞê li dijî YPG/YPJê dikin. Belkî niha bergirî li ber DAIŞê wergirtibin lê berê ne wiha bû".

    Bi heman mijarî:

    YPG: Êrişên Artêşa Tirkiyeyê li ser Rojavayê berdewam in
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê derbasî sînorê Efrînê bû
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êrişî gundên Kobaniyê kir
    YPG: Êrîşên komên terorîstan û artêşa Tirkiyeyê didomin
    YPG: 'Hêzeke taybet ya Tirkiyeyê ket Sûriyeyê'
    Etîketan:
    teqîn, şûra, YPJ, YPG, DAIŞ, Eren Erdemî, Mahmut Togrul, Bexdadî, Dîlok, Sûriye, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de