12:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Heleb

    Li Helebê şer: 17 mirî û bi dehan birîndar!

    © Foto: pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Li Helebê û gundên derdora wê, şer di navbera hêzên rejîmê û komên giredayî SUKê de derket û di encamê de 17 welatiyên sivîl jiyana xwe jî dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

    Heleb — Hat ragihandin ku hêzên rejîmê û komên terorîstan li Helebê û herêmên derdora wê top avêtin hev. Li ber destê sibehê komên girêdayî SUKê bi topan êrişî El-Zehrawiyê, Silêmaniyê, Meydan, Cabiriyê, Ezemiyê, Mîrdîdan, Ekremiyê, Firqan, Derdora Çerxeriya Maliyê, Cedîde, kolana Nîlê, Sêf El-Dewlê, Komala Tişrîn, Muhafeza û kolana Endelusê kir. Di êrişê de zedetirî 20 topan hatin avêtin û di encamê de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn û gelek mal û kargeh zirara madî dîtin.

    Di şerê taxên El-Qemer, xaçerêya Sukerî, Qatircî, Meşhed, Ferdos, Bustan Paşa, Benî Zêd, Saxûr, Hulik, Bedîn, Mexayîr, Şêx Exder û Bustan Qesêrê jî de 4 jê zarok 7 sivîl hatin kuştin.

    Herwiha li rojavayê Helebê jî şerê di navbera koman û rejîmê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û gelek malên welatiyan hilweşiyan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
    Esad: Heleb Stalingrada me ye
    Heleb - Artêşa Tirkiyeyê êriş kir!
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    Etîketan:
    tax, Welatiyen sivîl, kuştin, Konseya Sûriyeyê (SUK), Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de