22:54 26 Îlon 2017
Zindî
    artêşa iraqê

    'DAIŞ li Iraqê têk diçe'

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Şefîk Muhsîn ragihand ku bi rizgarkirina bajarê Fellûceyê ya ji destê DAIŞê, rêjeya herêmên di bin kontrola DAIŞê de daket bine ji sedî 10an.

    Navenda nûçeyan —  Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Şefîk Muhsîn û Alîkarê Serokê Konseya Federasyona Iraqê Îlyas Umahonov li gel hev civiyan. Balyoz Muhsîn di civînê de derbarê têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê û rewşa dawî ya Iraqê de axivî.
    Balyoz Muhsîn, eşkere kir ku DAIŞ di sala 2014an ji sedî 40ê Iraqê kiribû bin kontrola xwe lê ew rêje îro dakete heta bine sedî 10an. Muhsîn da zanîn ku DAIŞ li Iraqê roj bi roj têk diçe. 

    ‘BO OPERASYONAN ME JI TI KESAN ALÎKARÎ NEXWEST'

    Ji aliyê din ve Muhsîn behsa hevkariya milîsên iraqî û komên sivîl ya bo Artêşa Iraqê kir û diyar kir ku Artêşa Iraqê bo operasyonan ji ti kesan alîkarî nexwestiye. Wan ji dewletên derve tenê bo sivîlan daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kirine.

    Bajarê Fellûceyê yê ku ji Rêbendana sala 2014an de di destê DAIŞê de bû û Artêşa Iraqê bo rizgarkirina bajarê navborî di meha Gulanê de operasyon dabû dest pê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Iraq rizgarkirina Fellûceyê pîroz dike
    Artêşa Iraqê avahiyên hikumetê yên Fellûceyê bi dest xistin
    Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
    Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin
    Xelkê Fellûceyê bi xwekuştinê xwe ji DAIŞê xelas dike
    Etîketan:
    fellûce, artêşa iraqê, têkoşîn, daiş, rizgarkirin, şer, îlyas umahonov, şefîq muhsîn, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de