12:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşa Iraqê konvoya DAIŞiyan bombebaran kir: 750 terorîst hatin kuştin

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Artêşa Iraqê, konvoya terorîstên DAIŞê yên ku ji ser parêzgeha El Enbarê dixwestin derbasî Rojava û Sûriyeyê bibin ji hewayê bombebaran kir. Di encamê de ji 750an zêdetir terorîst hatin kuştin.

    Navenda nûçeyan — Hêzên Artêşa Iraqê konvoya terorîstên DIAŞê ya ku ji ser parêzgeha El Enbarê dixwestin derbasî Rojava û Sûriyeyê bibin ji hewayê bombebaran kirin. Artêşa Iraqê ji hewayê û çekdarên eşîrên herêmê ji bejayê terorîstan bi temamî îmha kirin.
    Artêşa Iraqê dîmenên operasyona ku roja çarşemê hatibû kirin li ser malpera xwe ya fermî weşand û madalya da pîlotên firokeyan.

    Terorîstên DAIŞê ji bajarê Fellûceyê ya girêdayî parêzgeha El Enbarê ber bi bajarê El Qaîmê ve direviyan lê Artêşa Iraqê destûra vê yekê neda û wan bombebaran kir. Konvoya terorîstan bi firokeyên modela M-35 yên rûsî ve hatin îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê alaya Iraqê li ser taxa Colanê ya Felûceyê bilind kir
    Cebar Yawer: Ji bo operasyona Mûsilê em li bende artêşa Iraqê ne
    Artêşa Iraqê li Enbarê derbeyeke mezin li DAIŞê da: 8 kuştî
    Iraq rizgarkirina Fellûceyê pîroz dike
    Artêşa Iraqê avahiyên hikumetê yên Fellûceyê bi dest xistin
    Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
    Etîketan:
    m-35, konvoy, artêşa iraqê, firoke, el anbar, daiş, şer, kuştin, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de