12:47 25 Îlon 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    De Mistura: Hinek asteng li pêşiya beşdarbûna kurdan di gotûbêjên Sûriyeyê de hene.

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de Mistura ragihand , heta hinek misogeriyan wernegire, ew ê nikaribe aliyan bicivîne û hinek asteng li pêşiya beşdarbûna kurdan di muzakereyan de hene.

    Navenda Nûçeyan — Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, rewşa siyasî ya Sûriyeyê û rewşa dawî ya muzakereyan gotûbêj kirin û piştî wê De Mistura daxuyanî da û got, "ji bo serkeftina şerê li dijî terorê li Iraq û Sûriyeyê, pêwîst e ku pêvajoya veguhestina siyasî bi ser keve. Bi vî awayî ew ê qira terorê were".

    Herwiha nûnerê NYyê derbarê hevdîtinên aştiyê yênb Sûriyeyê de wiha axivî: "Em ê civînê hema wiha li dar nexin. Eger em bixwazin em dikarin sibe bicivin lê armanca me ne ew e."

    Ji aliyekî din ve De Misturayî diyar kir ku ew ê nikaribe tarîxeke bo meha temûzê diyar bike û wiha dewam kir, "eger em di meha temûzê de dest pê bikin, ew ê şensê veguhestina siyasî di meha Tebaxê de hebe, lê ji bo vê pêdivî bi misogeriyên heye."

    De Msitura li ser pirsyarekê bê nûnerên kurdan dê beşdar bibin an na, wiha got, "li pêşiya vî tiştî hinek asteng hene, yek ji wan astengan, ragihandina federalîzmê ye ku dibe sedema bertek û provakasyonê li ba kesên din. Em li rêyekê digerin ku bihêlin dengê wan bê bihîstin."

    Bi heman mijarî:

    De Mistura: Sûriyeyê bi hezaran milîtan berdan
    De Mistura:'Hevdîtinên Sûriyeyê hetanî 3 hefteyên din nayên destpêkirin'
    De Mistura hefteya pêş dê biçe Moskovê
    De Mistura bangî Rûsya û Amerîkayê kir:'Bila agirbesta Sûriyeyê têk neçe'
    Staffan De Mistura banga civînek lezgîn kir
    De Mistura:' Em ê rêyeke ku kurdan tev li hevdîtinan bikin bibînin'
    Etîketan:
    KURD, Federalîzm, NY, Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Mistura, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de