04:24 21 Îlon 2017
Zindî
    çalakî

    Gelê Qamişloyê êrişên li ser Şehbayê protesto kirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Şêniyên bajarê Qamişloyê komkujiyên li ser gelê Şehbayê û bedengiya cîhanê ya li hember vê yekê protesto kirin.

    Qamişlo — Gelê Qamişloyê nerazîbûna xwe ya li hember komkujiya li ser gelê Şehbayê bi çalakiyeke meşê li dar xistin. Xwepêşandan bi dirûşmeyên ‘Em bêdengiya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd qebûl nakin' li taxa Hilêliyê li Qada Osman Sebrî dest pê kir.
    Di dema çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo Feyrûşah Remezan ragihand ku ew weke gelê Qamişloyê piştevaniya gelê Şehbayê dikin û wê herdem li gel wan bin. Feyrûşah Remezan  eşkere kir ku gelê Kurd êdî ji lîstokên dijminan hişyar bûye û pîlanên dewletên sermayedar baş nas dike.

    Çalakî li qada  Qada Şehîd Rûbar Qamişlo bi dirûşmeyan bi dawî bû.

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
    Li Şehbayê teqîn: Bav û kur birîndar bûn
    Hejmara koçberên Şehbayê gihişte 11 hezaran
    ÎDIA- Tirkiyê êrişî Şehbayê kir: 25 welatiyên sivîl hatin kuştin!
    Etîketan:
    şehba, gel, daiş, çalakî, terorîst, komkujî, Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo, Feyrûşah Remezan, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de