11:26 24 Îlon 2017
Zindî
    mahmut togrul

    Parlementerê HDPê yê Dîlokê: Li Dîlokê gelek malên DAIŞê hene

    © Foto: tbmm.gov.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP) yê dîlokê Mahmut Togrul ragihand ku li Dîlokê gelek malên DAIŞê hene û hikumet wan bi awayekî qestî serbest dihêle.

    Navenda nûçeyan — HDP bo ku çalakiyên terorîstên DAIŞê yên li Dîlokê bêne eşkere kirin û bergiriyên wan bêne standin pêşniyaza pirsiyariyê pêşkêsî meclisê kir. Di dema pêşkêşê de parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Togrul derbarê rewşê de axaftinek kir. Togrul di axaftina xwe bal kişand ser malên DAIŞê yên li Dîlokê û da zanîn ku dema ku bergiriyên hewce neyên standin dê Tirkiye bibe wek Pakîstanê û Dîlok jî mîna bajarê Peşaverê.
    Togrul behsa atolyeya yelekên xwekujiyê kir û diyar kir ku DAIŞ li dîlokê gelekî rehet tevdigere û ji xwe re atolyeyan vedike.

    'LI GEL ŞOPANDINAN FIZÎKÎ Û TEKNÎKÎ ÊRIŞ DÎSA JÎ NAYÊN ASTENGKIRIN'

    Togrul got: ‘Polês 2 salan terorîstan dişopîne, lê ji ber ku wan wekî ‘zarokên hêrsbûyî' dibînin mudaxaleyî wan nakin. Di encamê de welat bû gola xwînê.' Togrul da zanîn ku ji her derê cîhanê gelek terorîst bi hêsanî ji ser Stenbol derbasî Dîlokê dibin û ji wir jî derbasî Sûriyeyê dibin. Paşê ji bo ku êrişan pêk bînin ji Sûriyeyê dîsa derbasî Tirkiyeyê dibin.
    Li gel ew qas şopandina fizîkî û teknîkî û ew qas agahiyên sîxurî dîsa jî êrişê terorîstan nayên astengkirin. Ya rast ev rewşeke ecêb e!

    Bi heman mijarî:

    Endamên DAIŞê li Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê têne dermankirin
    Li Dîlokê 54 xwendekar hatin binçavkirin
    Li sînorê Dîlokê êrişa DAIŞê: 3 kuştî û 11 birîndar
    Di teqîna Dîlokê de polêsekî din jiyana xwe ji dest da
    Li Dîlokê karesat:6 jê zarok 7 kes di avahiyê de şewitîn
    Etîketan:
    mal, dîlok, daiş, şer, çalakî, Mahmut Togrul, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de