03:06 23 Îlon 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: "Dewletên rojava bi rêvebiriya Sûriyeyê re mûzakereyên veşartî dikin"

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku hinek dewletên rojava bi rêvebiriya Sûriyeyê re mûzakereyên veşartî pêk tînin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku hinek dewletên rojava bi rêvebiriya Sûriyeyê re mûzakereyên veşartî pêk tînin, ji aliyê din ve ji bo ku rastî rexneyên Washîngtonê neyên axaftinên Amerîkayê dubare dikin.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku hinek dewletên rojava bi rêvebiriya Sûriyeyê re mûzakereyên veşartî pêk tînin, ji aliyê din ve ji bo ku rastî rexneyên Washîngtonê neyên axaftinên Amerîkayê dubare dikin.

    Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya taybet a televîzyona SBSya Avustralyayê de dewletên rojava bi standardiya dualî rexne kir û got: “ Hinek dewletên rojava ku di nava wan de dewleta we jî heye bi awayê siyasî êrişî me dikin, piştî wê jî bi taybetî di mijarên ewlehiyê de daxwaza hevdîtinan dikin. Naxwazin bertekên Amerîkayê bikşînin ser xwe. Ya rastî gelek dewletên Ewropa tiştên ku Amerîka ji wan dixwaze bibihîze dibêjin.”

    Televîzyona SBS a Avustralyayê ev du sal in dixwest bi Serokê Sûriyeyê re hevpeyvînekê bike. Ev hevpeyvîna ku li Şamê bi Esad re hat kirin wê sibê êvarê were weşandin.  

     

     

    Bi heman mijarî:

    Esad, di eniya şer de bi leşkeran re fitara xwe vekir
    Kerry, bi dîplomatên ku êrişa Esad dixwestin re hevdîtin pêk anî
    Esad erka avakirina hikumetê da Xemîs
    Jeo Biden, Seddam Hiseyn û Esad bi hev şaş kir
    Wezîrê Parastina Rûsyayê Şoygu li Şamê serdana Esad kir
    Etîketan:
    Hevpeyvîna televîzyona SBS a avustralyayî, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de