08:04 24 Îlon 2017
Zindî
    desteserkirin-binçavkirin

    Li 3 bajaran operasyonên siyasî hatin kirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li bajarên Amed, Şirnex û Antalyayê operasyonên siyasî hatin kirin û di encamê de Rêvebirê HDPê yê navçeya Cizîrê Abdullah Ogan hate girtin û gelek kes hatin desteserkirin.

    Navenda nûçeyan — Operasyonên dewletê yên siyasî yên li ser gelê kurd her roj bênavber berdewam dikin. Herî dawî dîsa polêsan li bajarên Amed, Şirnex û Antalyayê bi ser malan de girtin û gelek kes desteserkirin.
    AMED  
    Li navçeya Bismil a Amedê polêsan di dema kontrola rê de wesayetek rawestandin. Kesên di wesayetê yên bi navên Yusuf Başkan, Sadrettin Bilir, Omer Şimşek û kesekî navê wî nehate hînbûn ji aliyê polêsan ve hatin desteserkirin.

    ŞIRNEX
    Hate ragihandin ku duh danê sibehê hêzên tîmên taybet li Cizîrê li taxa Yasefê bi ser mala Rêvebirê HDPê yê navçeyê Abdullah Ogan de girtin. Ogan piştî lêpirsîna xwe ya li dozgeriyê wekî ‘dozgerê xweseriya Cizîrê' hate sûcdarkirin û hate girtin. Ogan birin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.

    ANTALYA
    Polêsan li Antalyayê bi ser gelek malan de operasyonên hevdemî li dar xistin. Di encama operasyonan de xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê Seher Beytaş, Emrah Çetîn û Berdevkê MEYA-DERê Remziye Zengîn jî di nav de gelek kesan desteserkirin.
    Kesên desteserkirî birin Midûriyeta Ewlehiya Antalyayê.


    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Liceyê 5 kes hatin desteserkirin
    75 mertalên zindî li Licê hatin desteserkirin
    Hevşaredarê Norşînê hate desteserkirin
    Li Bangladeşê li hember rêxistinên Islamî operasyon: 1600 kes hatin desteserkirin
    Li Şirnexê operasyon: 2 kes hatin girtin û kesek jî hate desteserkirin
    Li Mêrdînê operasyon: 8 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    gelê kurd, operasyon, şer, siyasî, girtin, hdp, meya der, Remziye Zengîn, Emrah Çetîn, Seher Beytaş, Omer Şimşek, Sadrettin Bilir, Yusuf Başkan, abdullah ogan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de