12:52 25 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Guardian: Gelê Tirkiye, êşa hevkariya Erdogan û DAIŞê dikşîne

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3210

    Rojnameya The Guardine li ser êrişa Balafrixaneya Ataturkê analîzek kir û Erdogan wekî berpirsê bûyeran dît û diyar kir ku Tirkiye êşa piştevaniya Erdogan ya bi komên cîhadîst re bi awayekî giran dikşîne.

    Navenda nûçeyan — Rojnameya brîtanî The Guardian di analîza xwe de balê dikşîne ser têkiliya AKPê ya bi DAIŞê re. Nivîskarê rojnameyê Simon Tisdall, diyar kir ku Serokwezîrê Tirkiye Tayîp Erdogan kurdan ji DAIŞê bi talûketir dibîne û got Tirkiye wek piştevanê terorîstên DAIŞê tê sûcdar kirin.

    'ERDOGAN DESTEKVANÊ DAIŞÊ YE'

    Tisdall, da zanîn ku AKP bi şandina çekan bo terorîstan û alîkariya tîcareta petrolê ya terorîstan tê sûcdarkirin û wiha dewam kir: ‘Erdogan piştevaniya şervanên kurd yên ku li dijî cîhadîstan şer dikin nake, herwiha wekî destekvanê DAIŞê tê binavkirin.
    Tisdall diyar kir ku rayedarên tirk ji hemû êrişên DAIŞê yên li Tirkiyeyê cara pêşî kurdan sucdar dikin, ev yek jî hişê mirov tevlihev dike. Wezîrên tirk heta niha hebûna ‘hêzên veşartî' yên DAIŞê red kirin lê dema ku mirov li hejmara endamên DAIŞê yên ku di demên dawî de hatine binçavkirin dinêre, dibîne ku li Tirkiyeyê ‘hêzên veşartî yên DAIŞê' hene.
    Ya rast Erdogan di her bûyerên xirab kurdan berpirsiyar dibîne, lê ev yek êdî wê bi kêr wî neyê. Gelê Tirkiye êşa hevkariya Erdogan ya bi cîhadîstan re bi awayekî giran dikşîne.

    Bi heman mijarî:

    Medya almanî: ‘Erdogan ne bi DAIŞ û Esad re, bi kurdan re şer dike'
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Îran: Em ê îspatên sewqiyata petrola DAIŞ û Tirkiyeyê eşkere bikin
    Rûsya dan û standina aboriya DAIŞ û Tirkiyeyê eşkere dike
    Generalê istixbarata rûsî yê malnişîn: Divê DAIŞ bê qirkirin
    Etîketan:
    balafirxaneya ataturk, The Guardian, daiş, teqîn, êriş, Simon Tisdall, sûriye, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de