04:13 24 Îlon 2017
Zindî
    cîhadîst-talîban

    Li Afganîstanê êrîşa xwekujiyê: 2 teqîn 27 kuştî 40 birîndar!

    © REUTERS/ Noorullah Shirzada
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li Afganîstanê Talîbanê êrîşî otobosê mezûnên akademiya polêsan kir. Di êrîşa xwekujî de herî kêm 27 kes mirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku, sê otobêsên ku ji bajarê Vardakê ber bi Qabîlê rastî 2 êrîşên xwekujî hatin û di êrîşan de herî kêm 27 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn. Hat amaje kirin ku polêsên di otobêsê de ji merasîma mezûnbûnê vedigeriyane.

    Di van demên vê dawîyê de Talibanê êrîşên xwe yên li dijî leşker û polêsan zêdetir kirine. Di nav du mehên vê dawiyê de, li gelek bajaran otobês revandibûn û leşker û polêsên têde kuştibûn.

    Herwiha heftaya borî Talîbanê êrîşî otobêsa wezîfedarên ewlehiyê yên ji Nepalê bûn û li Balyozxaneya Kanadayê dixebitin kir. Di êrîşê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
    Stratejiya nû ya Amerîka û Hikumeta Afxan: Dê alîkariya madî bidin Talîban!
    Talîban li Afxanîstanê êrişî konvoya amerîkiyan kir
    Etîketan:
    kuştin, Taliban, Afxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de