13:59 26 Îlon 2017
Zindî
    Îbrahîm Xelîl Baran

    ‘'Dînê dewleta Tirk tirkbûn e!''

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7130

    Duh 91em salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû. Di 29ê Hezîrana sala 1925an de dewleta Tirk li Qada Daxqapiyê ya Amedê Şêx Seîd û 47 hevalên wî bidarvekirin. Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) İbrahim Halil Baran li ser Şêx Seîd taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Amed — Baran got: ‘Ku çiqas dînî bû jî serhildana Şêx Seîd serhildaneke Kurdistanî bû. Kemalîstên tirkan gotin Şêx Seîd yekî  dîndar bû û zilm li Kurdan kirin. Îro li dewleta Tirk mihafezekar li îqtîdarê ne, lê li dijî Kurdan eynî wek Kemalîstan tevdigerin.''

    Baran diyar kir ku windakirina cenazeyên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Saîdê Kurdî nîşana nebûna wijdana dewleta Tirk e û got: ‘'Divê Kurd zanibin ku, dînê dewleta Tirk tirkbûn e! Çi dîndar, çi ne-dîndar, çi modernîst, çi Kemalîst, çi Tayîbîst hemû jî gava mesele dibe meseleya Kurdan eynî tiştî difikirin. Dixwazin desthilatdariya Tirkan a li Kurdistanê bidomînin.''

    Di dawiya axaftina xwe de de Baran got: ‘'Kalikê bavê min jî fermandarekî Şêx Seîd bû. Îro gava ez li ciwanên nû radibim dinêrim dibînim ku ew ciwanên Kurd dîroka bav û kalên xwe ji çavkaniyên Tirkan dixwînin û şaş dielimin. Ji ber ku bi çavên Tirkan li dîroka xwe dinêrin, neheqiyê li Şêx Seîd û hevalên wî dikin. Divê ciwan dîroka xwe ji çavkaniyên Kurdan bixwînin.''

    Bi heman mijarî:

    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Lacan û Mela' (nivîsareke li ser felsefeya evîn û baweriyê)
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Leyla Ka?'
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn, Ew û Eynik'
    Etîketan:
    kurd, Kemalîst, Saîdê Kurdî, Seyîd Riza, Şêx Seîd, Îbrahîm Xelîl Baran, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de