09:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

    Wezareta Tirkiyeyê: " Wê Çavuşoglu bi Lavrov re hevdîtinekê bike"

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku wezîr Mevlut Çavuşoglu li Soçiyê di civîna ekonomî de wê hevdîtinekê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re pek bîne.

    Enqere - Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku wezîr Mevlut Çavuşoglu wê tevlî civîna Rêxistina Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş (KEİ) ya bajarê Soçiyê bibe û di civînê de wê hevdîtinekê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re pek bîne. Her du wezîr piştî 7 mehan cara yekem e rû bi rû dê hev bibinin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Çavuşoglu ji bo civîna wezîrên dewletê endamên Rêxistina Hevkarî ya Ekonomîk a Deryaya Reş (KEİ) dê here Soçiyê. Di çarçoveya Konseya Wezîrên KEİyê tê pêşbînîkirin ku Çavuşoglu bi hinek hemkarên xwe re hevdîtinên dualî bike.

    Çavuşoglu û Lavrov piştî 7 mehan cara yekemîn e ku wê rû bi rû werin pêşberî hev. Her du wezîr piştî ku balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê hat xistin, di 3ê Berfenbarê de li paytextê Sirbistanê li Belgradê di civîna Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê de hevdîtin kiribûn. Lavrov piştî hevdîtinê gotibû, min tiştekî nû nebihîst.

    Bi heman mijarî:

    Mevlut Çavuşoglu diçe Rûsyayê
    Ji Çavuşoglu daxuyaniya Încîrlîkê: "Hatina sivîlan ji bo baregehê ne rast e"
    Çavuşoglu: ‘Heke serbestiya vizeyan neyê dayîn, em ê peymanê bicemidînin'
    Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'
    Çavuşoglu:'Em dikarin bi Rûsyayê re grûba xebatê ya hevpar ava bikin'
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), Rêxistina Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş (KEİO), Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Sergey Lavrov, Mevlut Çavuşoglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de