08:41 23 Îlon 2017
Zindî
    Nûrî El Malikî

    Nûrî Malikî: Êrîş encameke xwezayî ya derîvekirina li ber terorîstan e

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî êrîşa li ser Balafirxaneya Ataturkê bi van gotinan nirxand: "Êrîş encameke xwezayî ya derîvekirina li ber terorîstan e.

    Navenda Nûçeyan — Derbarê êrîşa li ser Balafirxaneya Ataturkê ya li Stenbolê de şandina peyamên sersaxiyê berdewam dikin.

    Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymana Dewleta Yaseyê Nûrî El Malikî, li ser hesabê xwe yê twitterê, êrîş şermezar kir. Malikî di mesaja xwe de herweha Tirkiyê bi gotinên tund rexne kir û got ku; "Êrîş encameke xwezayî ya derîvekirina li ber hêzên terorîst û radîkal e".

    IBADÎ: ‘HIN ÊRÎŞÊN LI IRAQÊ PÊK HATIN BI RÊYA HIN WELATÊN CÎRAN ÇÊBÛNE'

    Di vê navberê de Serokwezîrê Iraqê Haydar El Îbadî derbarê operasyona Mûsilê de diyar kir ku, heke Tirkiyê beşdarî operasyona rizgarkirinê bibe wê bibe sedema şerekî mezintirîn ku ya li hemberî DAIŞê jî derbas bike.

    Îbadî herweha derbarê politikaya Tirkiyê ya ‘sifir pirsgirêk' kir û îdia kir ku li hemberî vê polîtîkayê, hin êrîşên terorê yên li Iraqê pêk hatin, bi rêya hin dewletên cîran ve çêbûne.

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Kurdistanê êrişa Balafirxaneya Ataturkê şermezar kir
    PKKê li ser teqînên balafirxaneya Ataturkê daxuyanî da: "Em red dikin"
    Salih Muslîm teqînên Balafirxaneya Ataturkê şermezer kir
    CNN TURK: MITê ji bo êrîşa Balafirxaneyê Ataturkê 20 roj berê hişyarî dabû
    Li balafirgeha Ataturkê êriş: 41 mirî herî kêm 239 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    êrîş, Heyder Ebadî, Nurî Malikî, Balafirxaneya Ataturkê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de