14:30 19 Îlon 2017
Zindî
    YPG

    Li Minbicê Taxa ku mala Ebû Leyla lê bû hat rizgarkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Şervanên YPG, HSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê, taxa Esediyê ya bajar ku mala Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla jî lê bû ji destê terorîstan rizgar kirin.

    Minbicê — Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê, taxa Esediyê ya bajar ku mala Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla jî lê bû ji destê terorîstan rizgar kirin. Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ku ji bo rizgarkirina Minbicê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 30an de didome.

    Li gorî zanyariyên ku ji herêma operasyonê hatine bidestxistin şervanan li Mibicê ku ev çend roj in ketine nava bajar, taxa yekemîn ji terorîstên DAIŞê rizgar kir. Şervanan îro taxa Esediyê ku dikeve başûrê bajêr û kîlometroyekî ji sûka navendî dûr e bi temamî rizgar kir.

    Mala Fermandarê Meclîs Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebu Leyla ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû jî li vê taxê ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Minbicê şer: 7 terorîst hatin kuştin
    Teroristên DAIŞê ji aliyê Cerablûsê êrîş birin ser Minbicê
    Rizgar kirina Minbicê dê bidestxistina Reqqayê hêsantir bike
    Li bajarê Minbicê pevçûnên dijwar: 16 kuştî
    Li Minbicê êrişa terorîstan a li ser depoyên genim hat şikandin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Operasyona rizgarkirina Minbicê, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de