14:42 22 Îlon 2017
Zindî
    El Nûsra

    Rêxistina cihadîst Ehrar-uş Şam, ji bo Tirkiyeyê peyama sersaxiyê weşand

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    Rêxistina cihadîst a Ehrar-uş Şamê ku li Sûriyeyê şerê çekdarî dike ji bo teqîna Balafirxaneya Ataturkê ku 42 kes hatin kuştin peyameke sersaxiyê weşand.

    Navenda Nûçeyan - Rêxistina cihadîst a Ehrar-uş Şamê ku li Sûriyeyê şerê çekdarî dike ji bo teqîna Balafirxaneya Ataturkê ku 42 kes hatin kuştin peyameke sersaxiyê weşand. Rêxistinê di peyama xwe de ragihand ku ew li hemberî êrişa rêxistina terorîst bi gelê tirk û Tirkiyeyê re ne.

    Ehrar-uş Şamê di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku em rêxistina Ehrar-uş Şamê wekî hereketa Îslamî, êrişa terorî ya li dijî Balafirxaneya Ataturkê ku li hemberî sivîlan pêk hatiye bi tundî şermezar dikin. Sersaxiyê ji gelê bira yê tirk re dixwazin, êş û xemginiya wan par vedikin, ji kes û xizmên qurbaniyan re sebr dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.

    Rêxistina cihadîst di dirêjiya peyama xwe d got: "Em Ehrar-uş Şam wekî hereketa Îslamî, li hemberî van êrişên terorî ku can û ewlehiya gelê tirk û Tirkiyeyê dixin xeteriyê radiwestin û em helwesta xwe li kêleka gelê tirk û hikumeta Tirkiyeyê nîşan didin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ehrar El-Şam piştrast kir: Leşkerên tirk 11 penaberên Sûriyeyê kuştine
    Du fermandarên Ehrar El-Şamê hatin kuştin
    Welatiyê Amerîkayê yê ekîpman ji Tirkiyeyê şand ji Ehrar El-Şamê
    Ehrar-uş Şam û El Nûsrayê bi topan êrişî Helebê kir: 20 kuştî 40 birîndar
    DYAyê ‘qerta zer' nîşanî Ehrar'uş Şamê neda
    Etîketan:
    Êrişa terorî ya balafirxaneya Stenbolê, Peyama sersaxiyê, Rêxistina terorîst a Ehrar El Şam, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de