08:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Recep Teyîp Erdogan

    Erdogan: "Em ê di civîna G20ê de bi Pûtîn re hevdîtineke berfireh bikin"

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku me bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re biryar da ku civîna G20ê de em hevdîtineke berfireh bikin.

    Enqere — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li qesra serokomariyê derbarê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de ragihand ku min û Pûtîn ji bo başbûna têkiliyên navbera her du welatan nêrînên xwe par vekirin.

    Serokomar Erdogan behsa hevdîtina rû bi rû ya bi Serokê Rûsyayê Pûtîn jî kir û got: "Min û Pûtîn di axaftina xwe de biryar da ku em di civîna G20ê ya li Çînê em hevdîtineke berfireh bikin."

    Gavên ji bo turîzmê wê bi lez werin avêtin

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: " Hevdîtina min û Serokê Rûsyayê berê hatibû plankirin. Em ê gavên ji bo turîzmê bi lez bavînin. Pûtîn jî ji bo gavavêtina bi lez direktif da hikumeta Rûsyayê. Hevalên me bixwe jî ev şopandin. Ez hêvî dikim ev pêvajoya nû di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bibe wesleya xêrê."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Putin amade ne ku rûpela aloziyan bigirin
    Piştî 7 mehan, Pûtîn bi rêya telefonê bi Erdogan re axivî
    Erdogan xeyalên Poroşenko jî têk birin
    Kiliçdaroglu ji bo Îsraîlê bertek nîşanî Erdogan da: "Ê wiha bi te bidin alastin"
    Belyakova: "Divê em helwesta Erdogan gaveke bi hêz bihesibînin"
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de