17:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Sînor

    Ciwanekî Kobanî li sînorê Tirkiyeyê hat kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Kobanî û Tirkiyeyê de ciwanê 23ê salî yê bi navê Mislim Osman Alaedîn qetil kir.

    Kobanî — Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Kobanî û Tirkiyeyê de ciwanê 23ê salî yê bi navê Mislim Osman Alaedîn qetil kir.

    Ciwanê Kobanî yê bi navê Mislim Osman Aladîn xwest di Deriyê Murşidpinarê yê di navbara Kobanî û Tirkiyeyê re derbas bibe, lê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê rê nedan ku ew derbas bibe.

    Mislim Osman careke din hewl da ku li taxa Şehîd Serhed a dikeve rojhilatê Deriyê Murşidpinarê re derbasî Tirkiyeyê bibe, lê ji aliyê leşkerên dewleta Tirkiyeyê ve hat gulebarankirin. Di encamê de Osman bi goleyek di sere xwe de û 2yan jî di zikê xwe de ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve armanc hat girtin û jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê tirk: Li şûna DAIŞê YPG li sînor be dê baştir be
    Hêzên Artêşa Îranê li ser sînor kurdek kuşt!
    Leşkerên Tirkiyeyê li sînor 2 welatî kuştin û 1 jî birîndar kir
    HRW:Tirkiye li sînor êrişê penaberên sûriyeyî dike'
    Gelê Qamişlo îro jî li ser sînor bûn
    Etîketan:
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê, Leşkerên Tirkiyeyê li ser sînor ciwanekî Kobanî kuştin, Kuştina ciwanê KobanÎ, Mislim Osman Aladîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de