06:41 28 Gulan 2018
Ceyş'ül İslam militanları

Ceyş El-Islamê êrîşî Artêşa Sûriyeyê kir

© AFP 2018 / AMER ALMOHIBANY
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û ragihand ku di 24 saetên dawî de, agirbest 4 caran hatiye binpêkirin û Ceyş El-Islamê li Erbîl, Hereste, Hewş El-Heyat û Cobarê êrîşî Artêşa Sûriyeyê kiriye.

Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê hat kirin, Ceyş El-Islamê li Erbîl, Hereste, Hewş El-Heyat û Cobarê, êrîşî sengerên Artêşa Sûriyeyê kir.

Herwiha Ceyş El-Islam li Helebê jî agirbest binpê kir û êrîşî Henderat, Qudehîl, Emd Elxeder, Elzegra, El-Xalidiyê û balafira Neyribê kir. Heman rêxistinê li Şamê êrîşî herêmên Ceraş, Herabû Hauş, Cobar,Îbin Sînayê û gundê Meydayê kir.

HEJMARA HERÊMÊN DI AGIRBESTÊ DE BEŞDAR BÛ 164

Ji aliyekî din ve, daxuyaniyê diyar kir ku hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne, gihiştî 64 herêman û 6 ton alîkarî çû ji Heleb û Humsê re.

Bi heman mijarî:

Hevserokê PYDê: Divê Ceyş El-Islam bikeve lîsteya terorê
Ceyş El-Islam îtîraf dike ku çekên qedexekirî li Şêxmeqsûdê bi kar anîne
Welatiyê sûrî ku ji destê Ceyş ul Îslamê xilas bû: Me ji bo mîlîtanan tûnel kola
Rûsya Ceyş'ul Îslamê şermezar kir
Ceyş El Suwar: ‘Topbarana Tirkiyayê ya li dijî deverên Rojava berdewam e’
Ceyş El Suwar bajarokê Dêrcemala Ezazê rizgarkirin
Etîketan:
binpêkirina agirbestê, agirbest, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Ceyş El-Islam, El-Xalidiyê, Henderat, Hums, Heleb, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de