08:47 28 Gulan 2018
Şêxmeqsûd tê bombekirin

Navenda Heyva Sor a Kurd ji aliyê terorîstan ve hate topbarandin

© Foto: Gap Haber
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Terorîstên Koalisyona Niştîmanî ya Sûriye, Navenda Heyva Sor a Kurd a li taxa Şêxmeqsûd topbaran dikin.

Helebe — Êrişên komên terorîst yên li ser taxa kurdan Şêxmeqsûdê berdewam dikin. Terorîstên komên  di bin banê Koalîsyona Sûrî de tevdigerin yên wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emar, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên xwe li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd bi cih dibin,  bi topên hawanê navenda Heyfa Sor a Kurd û malên sivîlên taxê topbaran kirin.
ANHAyê ragihand ku gelek guleyên terorîstan li navendê ketin lê derbarê zerarê de hêj ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Terorîstên grêdayî koalîsyonê, îro ji saet 15an de dîsa bi gelek cureyên çekên giran êrişî ser taxa Şêxmeqsûd kirin. Li ser êrişa terorîstan şervanên YPGê jî bersiv da û şer dijwar bû.

Bi heman mijarî:

YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
Terorîstan girtin ser Şêxmeqsûd: 2 birîndar
Şêxmeqsûd dîsa tê bombebarankirin
Şêxmeqsûd tê bombebarankirin
Grûbên terorîst dîsa êrişî Şêxmeqsûd kirin: 2 birîndar
Etîketan:
heyva sora kurd, şêxmeqsûd, ypg, şer, sivîl, şervan, terorîst, rojava, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de