22:21 26 Gulan 2018
Teqîn

Li navçeya Çelê teqîn: Mirî û birîndar hene

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li çoltera navçeya Çelê ya Colemêrgê teqîn rû da. Hate ragihandin ku di encama teqînê de şivanek jiyana xwe ji det daye, yek jî birîndar bûye.

Colemêrg — Li herêma Awusê ya gundê Zawîte yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di saet 15:00an teqîn rû da. Di encama teqînê de Erkan Olmezê 17 salî û Sepkan Yilmazê 14 salî ku sewalan diçêrandin birîndar bûn.

Kesên birîndar ji aliyê xizmên wan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. Lê Erkan Yilmaz tevî hemû mudexaleyan nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku cenazeya Erkan piştî karên otopsiyê dê radestî malbata wî bê kirin.

Herwiha ji aliyê din ve ajansa DÎHAyê eşkere diyar kir ku şivan di encama topbarana leşkerên tirk de birîndar bûne û şivanê bi nave Erkan Yilmaz jiyana xwe ji dest daye.

Etîketan:
birîndar, mirî, leşker, topbaran, diçêrandin, sewal, şivan, teqîn, Sepkan Yilmaz, Erkan Yilmaz, Çelê, Colemêrg, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de