13:07 24 Gulan 2018
    YPG li Şengalê

    Rizgar kirina Minbicê dê bidestxistina Reqqayê hêsantir bike

    © Foto : KURDSAT TV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Şerê di navbera şervanên kurd, Hêzên Leşkeriya Minbicê û terorîstên DAIŞê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku rizgar kirina Minbicê dê standina Reqqayê ya ji DAIŞê hêsantir bike.

    YPG
    © Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Hikmet Durgun

    Derwîş derbarê şer û pevçûnan de agahî da Sputnikê û got: ‘Hêzên Leşkeriya Minbicê û hevalbendê wê li navenda bajêr derbayên giran li DAIŞê xistine û gelek cih jî rizgar kirine.'

    ‘TÊ KETIN Û DERKETINA REQQAYÊ JI SER MINBICÊ VE TÊ KIRIN'

    Berdevk Derwîş balê kişand ser stratejiya Minbicê û wiha bê de çû:

    Bajarê Minbicê li bakurê Sûriyayê gelek nêzî bajaran e. Minbic bajarek ku kurd, ereb, tirkmen û kesên din lê dijîn e. Rizgar kirina Minbicê ji bo standina Raqqayê ya ji DAIŞê hêsantir dike. DAIŞê niha tê ketin û derketina Reqqayê ji ser Minbicê ve pêk tîne. Gelek terorîstên DAIŞê ji vê herêmê diçin Reqqayê. Rizgar kirina Minbicê tê weteya qut kirina alikariyan ya ji bo DAIŞê.

    Bajarê Minbicê di sala 2012an ket bin kontrola Rêxistina Azad a Sûriyayê. Lê di sala 2014an de ket bin kontrola DAIŞê. Ji başûr de 85 kîlometro dûrî Helebê, ji bakur de 40 kîlometro dûrî Cerablusê, ji rojhilat ve 65 kîlometro dûrî Kobanî, ji rojava ve jî 45 kîlometro dûrî herêma Babê ye.

    Bi heman mijarî:

    Minbic - Şervan nêzî bazarê bûn!
    Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
    Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
    Li Cereblusê li dijî DAIŞê operasyon: 7 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    agahî, pevçûn, şer, rêxistin, DAIŞ, hêsantir, reqqa, rizgarkirin, operasyon, Ajansa Sputnikê, Şervan Derwêş, Kobanî, Heleb, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de