14:55 24 Çile 2018
Zindî
    Ayhan Bîlgen

    Ayhan Bîlgen: Li Sûriyeyê ji mirina mirovên bêguneh berpirsyarê sereke Tirkiye ye

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen daxuyanî da televîzyoneke Sûriyeyê û got hikumeta Tirkiyeyê ji destpêka qeyrana Sûriyeyê heta niha bi ambûlansan ji rêxistinên teror ên li Sûriyeyê re çekan dişîne.

    Navenda Nûçeyan — Bîlgen diyar kir ku Tirkiye bi hesabên xwe yên şaş û biryarên xwe yên kêfî li Sûriyeyê ji mirina mirovên bêguneh berpirsyarê sereke ye û anî ziman ku terorîstên li kampên Tirkiyeyê dimînin piştî ku li Sûriyeyê şer dikin, vedigerin Tirkiyeyê. Berdevkê HDPê dîsa destnîşan kir ku AKP li herêmê bi tevahî xwediyê polîtîkayên şaş e û got midaxeleyê karên navxweyî yên Sûriyeyê dike, piştgiriya rêxistinên terorîst dike û ji bo derbasbûna Sûriyeyê destûrê dide milîtanên biyanî.

    Herwiha Bîlgen ragihand ku divê Tirkiye dawiyê li piştgiriya xwe ya ji bo terorîstên wek DAIŞ, El Nûsra û Ahrar'uş Şam bîne û divê li Sûriyeyê piştgiriya diyalogê bike.

    Li gel vê yekê Bîlgen anî ziman ku polîtîkayên AKPê li Tirkiyeyê li ewlehiya sivîlan bandoreke neyînî dike û balkişand ser hewldanên AKPê yên ji bo derxistina HDPê ji meclîsê û pevçûnên li bajarên Kurdan.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerên HDP û AKPê êrîşî hev kir
    Figen Yuksekdagê bersiva “HDP pêveka PKKê ye” da
    HDP: Pêwistiya me bi 52 îmzeyan heye
    HDP: Gelo raste ku şîrketên tirk ji DAIŞê re madeyên kîmyewî dişinin?
    Etîketan:
    mirin, mirovên bêguneh, berpirsyar, DAIŞ, AKP, HDP, Ayhan Bîlgen, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de