05:49 20 Çile 2018
Zindî
    Pêşmergeyê PDK-Î

    Heloyên Zagrosê: Me 7 leşkerên Îranê kuşt in!

    © Foto: Rudaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Heloyên Zagrosê ragihand ku wan bo tolhildana êrişên li ser Pêşmergeyên PDK-Î yê li bejahiya Seqizê 7 leşkerên îranî kuştine.

    Navenda nûçeyan — Rêxistina Heloyên Zagrosê yên ku armanca avabûna xwe weke ‘piştevaniya tevgera kurd' ragihandine, li dijî leşkerên îranê çalakî li dar xistin.  Di daxuyaniya rêxistinê de tê gotin ku wan bi armanca tolhildana êrişên li ser Pêşmergeyên PDK-Î yên li herêmên Şîno, Mehabad, Sewlawa, Serdeşt û Merîvanê êrişî ser leşkerên Îranê yên li gundê Xoşdere ya girêdayî bajarê Seqizê kirine.   
    Heloyên Zagrosê da zanîn ku di encama êrişê de Fermandarê Asayişa Seqizê Hemîd Riza Ekberî û 6 leşker ji aliyê wan hatine kuştin.
    Di daxuyaniyê de hate gotin ku: ‘Ger êrişên leşkerên Îranê yên li ser Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bikin, emê Kurdistanê li wan bikin dojeh!'
    Hefteya borî di navbera Pêşmergeyên PDK-Î û Artêşa Îranê de li herêmên Şîno, Mehabad, Merîvan, Serdeşt û Sewlawayê de  pevçûn derketibû û di encamê de bi qasî 20 leşkerên Îranê hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistana Îranê alozî zêde dibe, xelk rabû ser piyan
    PDK-Î: Herî kêm 14 pasevanên Îranê hatin kuştin
    Leşkerên Îranê li Reqqyê ne
    Xamaney: "Armanca DAIŞê têkbirina dewleta Îranê ye"
    Di encama topbarana Îranê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    tolhildan, pevçûn, heloyên zagrosê, pêşmergeyên îranê, rojhilat, artêşa îranê, pdk-î, Hemîd Riza Ekberî, kurdistan, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de