12:30 27 Gulan 2018
îran

Li Kurdistana Îranê alozî zêde dibe, xelk rabû ser piyan

© Foto : AFP PHOTO - SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku du jinên kurd li bajarê Baneyê yê Kurdistana Îranê ji aliyê Hêzên Ewlehiyê yên Îranê hatin kuştin, xelk rabû ser piyan û alozî di navbera wan û hêzên ewlehiyê de derketin.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku duh Hêzên Ewlehiyê yên Îranê hewl da ku dest deyne ser du navgînên du welatiyên ku bazirganiya sînorî dikin lê xelkê nehişt. Piştî wê pevçûn di navbera xelkê û hêzên ewlehiyê de derket û hêzên Îranê navgînên xwe ajotin ser xelkê û du jinên bi navê Fatima û Germiyan hatin kuştin.

Herwiha piştî vê bûyerê xelk hêrs bû û pevçûn gurtir bû. Di encmaên de polîsekî Îranê hat kuştin û gelek polîs birîndar bûn, herwiha xelkê qereqol, avahiyên fermî û navgînên polîsan şewitandin.

Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku piştî ku bûyerê mezin bûn, hêzên ewlehiyê ji bajarî derketin.

Bi heman mijarî:

Li Kurdistana Îranê festivala neteweyî
Li Kurdistana Îranê bazirganan dest bi boykotê kir
Gundekî 6 hezar salî li Kurdistana Îranê hat dîtin
'Di nava DAIŞê de ji 100î zêdetir kurdên Kurdistana Îranê hene'
Li Kurdistana Îranê mayin teqîya! Kesek birîndar bû
Etîketan:
bazirganiya sînorî, şer, Fatima, Germiyan, Bane, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de