08:51 24 Çile 2018
Zindî
    Operasyon-êriş-topbaran

    Gundê Kerwas a Licê hate valakirin!

    © Foto: AA Orhan Çiçek/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku gundê Kerwas ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve hate valakirin.

    Amed —  Operasyonên dewleta tirk yê li ser gund û gundewarê Licê berdewam dikin. Di çarçoveya operasyonan de ji serê çend rojan e ku bi hezaran leşker li gelek cihên stratejîk yên navçeyên hatin bicihkirin. Li gorî agahiyên ku li ser malpera ajansa ANFê hatine belavkirin, gundê Kerwas a girêdayî Licê bi qasî 90 mal bi darê zorê hatin valakirin. Hêzên dewletê bi hinceta ‘Emê operasyonên berfireh li dar bixin. Em berpirsiyariya can û malê we nagrin ser xwe.' gel bi zor ji gund dane derxistin.
    Şêniyên gund yên ku ji ber qedexeyan ti wesayet nedîtin, mecbur man ku bi traktoran ji gund derkevin.
    Hate gotin ku li gel zora hêzên dewletê çendek mal gund neterikandin û hêj li ber xwe didin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Licê pevçûn: 2 leşker hatin kuştin
    75 mertalên zindî li Licê hatin desteserkirin
    Daristanên Licê tên şewitandin
    Li Licê amadehiya operasyonan: li 13 gundan qedexe hate ragihandin
    Qedexeya 10 taxên Licê hate rakirin
    Etîketan:
    gundî, kerwas, dewleta tirk, operasyon, şer, lice, amed, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de