08:46 23 Çile 2018
Zindî
    Salim Ensarioglu û Recep Tayyip Erdogan

    Ensarioglu: "Min modela Farcê pêşniyarî Erdogan kir"

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê berê ye dewletê Salim Ensarioglu tevlî fitara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya ku ji bo rûspiyen bajarên kurdan dabû bû. Ensarioglu, min modela Farcê pêşkêşî Erdogan kir.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê berê ye dewletê Salim Ensarioglu tevlî fitara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya ku ji bo rûspiyen bajarên kurdan dabû bû. Ensarioglu ragihand ku di hevdîtina xwe û Erdogan de min modela Rêxistina Farcê ku ji aliyekî ve tekoşîn dewam dikir û ji aliyê din ve jî hevdîtin hebûn pêşkêş kir. Tu kes nikare hetanî dawiya emre xwe vê tekoşînê bidomîne.

    Tekoşîn hetanî dawî nameşe, divê ji aliyekî ve jî hevdîtinan bimeşînin

    Salim Ensarioglu di berdewamiya axaftina xwe got: "Di xwarina fitarê de ji bo dawî li anîna van pevçûnan were û pirsgirêk çareser bibe, min nîşeyeke nivîsandî pêşkêşî Erdogan kir. Wekî çareseriyê min modela Rêxistina Farcê ya Kolombiyayê pêşniyar kir. Li wir di nava 50 salî de 220 hezar însan hatin kuştin, lê hê jî 8 hezar milîtanên Farcê hene. Kolombiyayê ji aliyekî ve tekoşîna xwe didomand û ji aliyê din ve jî hevdîtinên xwe dikirin."

    Papa Francesco
    © AFP 2018/ / FILIPPO MONTEFORTE
    Ensarioglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Min ji serokomar re got, hûn ji aliyekî ve tekoşînê didin û divê ji aliyê din ve jî hevdîtin bidomin. Tu kes nikare hetanî dawiya emrê xwe tekoşînê bidomîne. Lewra dema hevdîtin tunebin tu kes nikare behsa bêdengiya çekan bike û tu wateya vê jî tuneye. Heke Erdogan bixwaze ez dikarim bi awayekî berfireh agahiyan bidim."

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş ji Erdogan re got: 'Yê ku li Brîtanyayê têk çû tu bû'
    Medyaya civakî daxuyaniya Erdogan ya Îngilîstanê dipeyive
    Aktrîsa kanadî: "Erdogan dixwaze dewleteke îslamî ava bike û bibe siltanê wê"
    Erdogan: Divê em jî bi qasî terorîstan bi rûmet bin
    Papa ji bo Erdogan peyamek şand
    Etîketan:
    Modela Farca kolombiyayî, Hevdîtinên çareseriya pirsgirêka kurdî, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê berê ye dewleta Tirkiyeyê, Salim Ensarioglu, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de