16:36 22 Gulan 2018
    Alparslan Çelik

    Qedexeya weşanê hat ser doza Alparslan Çelik

    © Foto : Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo ku pîlotê rûsî kuştibû û di derheqê wî de dîsa lêpirsîn hatibû vekirin û her wiha Alparslan Çelikê ku ji peydekirina çekên dihat darizandin, doza wî jî kete çarçoveya qedexeya weşanê.

    Navenda Nûçeyan — Alparslan Çelikê ku bi 17 hevalên xwe re di meha mijdarê de li Çiyayê Kurmênc ê Sûriyeyê bi çekên giran êrişî pîlotê balafira rûsî ku ji terefê Tirkiyeyê ve hatibû xistin kiribûn û ji bo kuştina wî li xwe mikur hatibûn. Dadgeha Îzmîrê derheqê wan kesan de bi sedema peydekirina çekên şerî doz vekiribû û doza wan îro li Îzmîrê tê dîtin.

    Niha di çarçoveya dozvekirinê de 7 şikber girtî ne û îfadeyên wan tên girtin. Li gorî agahiyên parêzerê Alparslan Çelik Murat Ustundag ragihand ku dadgehê ji bo rûniştinê biryara qedexeya weşanê da.

    MHPeyî û xizmen bersûc li edliyeyê ne

    Hinek endamên rêxistina MHPê ya şaxa Îzmîrê û xizmên bersûc ji bo piştgiriyê bidin girtiyan çûne edliyeyê û sekna wan a li devê deriyê dadgehê didome.

    Alprarslan Çelik di 3ê Nîsana 2016an bi sedema ku çekên giran peydekirine li bajarê Îzmîrê di resturandekê de bi hevalên xwe re hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Berpirsên tirk bi zanebûn Alparslan Çelik serbest berdan"
    Dozvekirina Alparslan Çelik têkiliyên Enqere û Moskovayê rast nake
    Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da
    Alparslan Çelik nameya aştiyê ji berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê re şand
    Îadekirina Alparslan Çelik ji bo Rûsyayê îhtîmaleke kêm e
    Etîketan:
    Qedexeya weşanê hat ser doza Çelik, Darizandina Alparslan Çelik, Cezakirina kujerê pîlotê rûsî, Murat Ustundag, Alparslan Çelik, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de