10:37 23 Çile 2018
Zindî
    jinê msdê-msd-jin

    Jinên Şêxmeqsûdê êrişên DAIŞê şermezar kirin!

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd kiryarên terorîstên DAIŞê yên li dijî sivîlên herêma Babê şermezar kir.

    Heleb — Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê, êrişên terorîstên DAIŞê yên li ser sivîlên herêma Babê, şermazar kir. Daxuyanî li Dêrayê Meryem a ku li başûrê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dikeve, ji aliyê jinên endamên Meclisa Sûriyeya Demokrat (MSD) ve hate dayîn.
    Di daxuyaniyê de êrişên terorîstan û her wiha revandin, girtin û kuştinên terorîstan jî hatin şermezarkirin.
    Jina di daxuyaniya xwe de bertek dan bêdengiya civaka navneteweyî û wiha berdwam kirin: ‘Li gel ku terorîstên DAIŞê li hemberî şêniyên Til Eranê, Til Hasulê, Şengalê, Kobanê û Şêxmeqsûdê, komkujiyan pêk tînin jî, hîne bêdengiya Civaka Navnetewî berdewam dike.'
    Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar ên Civaka Navneteweyî hat kirin ku bo parastina sivîlan, korîdorên bi ewle vekin.
    Herwiha di daxuyaniyê de bang li Hêzên Sûriyeya Demokrat jî hate kirin û hate xwestin ku operasyonên xwe li herêma Şehbayê û bi taybet li herêma Babê,  berfireh bikin.


    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
    Li Şehbayê teqîn: Bav û kur birîndar bûn
    Hejmara koçberên Şehbayê gihişte 11 hezaran
    ÎDIA- Tirkiyê êrişî Şehbayê kir: 25 welatiyên sivîl hatin kuştin!
    Tirkiye gundên Şehbayê topbaran dike!
    Etîketan:
    jin, şermezarkirin, daiş, komkujî, şer, msd, buroya jinê ya meclisa sûriyeya demokrat, sûriye, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de