19:06 22 Çile 2018
Zindî
    Muhammed Pakpur

    Îranê gef li Kurdistanê xwar

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêzên Bejayî yên Pasevanên Şoreşa Îranê General Muhamed Pakpurî got, eger PDK-Î êrîşên xwe li ser Îranê ranewestîne, em ê êrîşî navendên PDK-Îyê li herêma Kurdistanê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Piştî şerê ku di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê zêde bû, Îranê deverên sînorî yên herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

    Fermandarê Hêzên Bejayî yên Pasevanên Şoreşa Îranê General Muhamed Pakpur di merasîma leşkerî de axivî û fef li herêma Kurdistanê xwarin.

    Pakpurî got, "eger Birêveberiya Herêma Kurdistanê rê li ber êrîşên terorîstan negire, em ê êrîşî navendên terorîstan li bakurê Iraqê(herêma Kurdistanê) bikin".

    Ji aliyekî din ve, şer di navbera pêşmergeyên PDK-Î û hêzên ewlehiyê yên Îranê, Merîwan, Şino û Piranşarê derketibû û bêtir 20 pasdarên Îranê hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    PDK-Î: Hejmarek Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
    Şer di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê de derket
    PDK û PDK-Î: ‘Îran êriş bike, em ê bersivê bidin’
    PDK-Î û HDK-Î partiyeke yekbûyî û mekanîzmayeke rêveberiyê nîqaş dikin
    Di navbera PDK-Î û Îranê de şer derket
    Etîketan:
    gefxwarin, pevçûn, şer, PDK-Î, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Muhammed pakpur, Piranşar, Îranê, Merîwan, Şino, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de