18:48 27 Gulan 2018
Pêşmergeyê PDK-Î

PDK-Î: Herî kêm 14 pasevanên Îranê hatin kuştin

© Foto: Rudaw
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ragihand ku duh û pêr li deverên nêzî bajarên Sine û Seqizê yên Kurdistana Îranê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û Pasevanên Komara Îslamî ya Îranê de pevçûn rûdaye û div an pevçûnan de herî kêm 14 leşker û pasevanên Îranê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan — PDK-Î li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên wê yên bi navê "Teyrebazên Zagrosê" li devera Weşedre (Xoşdere) ya Seqizê êrîşê hêzên Îranê kiriye û di encama vê êrîşê de 7 leşker û pasevanên Komara Îslamî ya Îranê kuştine. Li gorî agahiyên daxuyaniyê yek ji wan kuştiyên êrîşa Seqizê fermandarekî Artêşa Pasevanên Komara İslamî ya Îranê ye ku navê wî jî Hemîd Riza Ekberî ye.

'LI DEVERA MERÎWANÊ 8 PASEVAN HATIN KUŞTIN'

Herwiha li gorî daxuyaniyeke din ya PDK-Îyê pêr jî li nêzî gundê Dûro yê bajarê Merîwanê di navbera pêşmergeyên wan û hêzên Îranê de şer derketiye û di vî şerî de jî 8 pasevanên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vî şerî de 3 pêşmergeyên PDK-Îyê jî jiyana xwe ji dest dane ku navê wan pêşmergeyan jî Şoreş Minbarî, Şaxewan Minbarî û Ekber Minbarî ye.

Hat diyarkirin ku piştî şer û pevçûnan hêzên Îranê devera gundên Sewlewa û Koselanê dane ber topan û di encama vê topbaranê de agir bi daristanên wan deran ketiye.

Şer û pevçûnên di navbera pêşmergeyên PDK-Î û hêzên Komara Îslamî ya Îranê de di van demên dawiyê de gur bûye ku herî dawiyê di 15-16ê Hezîranê de li devera bajarê Şino û Piranşarê şerekî dijwar qewimîbû û di vî şerî de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû.

 

 

 

Bi heman mijarî:

PDK-Î: Hejmarek Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
Şer di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê de derket
PDK-Î û KOMELE dê bi hev re “berxwedan”ê xurt bikin
PDK û PDK-Î: ‘Îran êriş bike, em ê bersivê bidin’
Etîketan:
şer, kuştin, Komara Îslamî ya Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Şaxewan Minbarî, Şoreş Minbarî, Hemîd Riza Ekberî, Merîwan, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de