18:48 27 Gulan 2018
Keleşkof

Amerîkayê şand Urdunê di bazarê de firotin

© Sputnik / Evgeny Biyatov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Rojnameya The New York Times û Al Jazeera îdia kirin çekên ku Amerîka ji mûxalifên sûriyeyî re dişîne ji terefê wezîfedarên îstîxbaratê yên Urdune ve li bazarê têne firotin.

Navenda Nûçeyan — Rojnameya The New York Times û Al Jazeera nûçeya xwe spartin çavkaniyên amerîkî û urdunî û îdia kirin çekên ku Amerîka ji mûxalifên sûriyeyî re dişîne ji terefê wezîfedarên îstîxbaratê yên Urdune ve li bazarê têne firotin. Derket holê, çekên ku Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û Erebîstana Siûdî ji bo li hemberî Artêşa Sûriyeyê şer bikin ji mûxalifan re dişîne ne ji bo armancên şer kirinê tê bikaranîn.

Li gorî îdiayan çekên ku ji bo perwerde û arastekirinê werin bikaranîn û şandin Urdunê qismek ji wan çekan ji terefê îstîxbarata Urdunê li bazarê bi pereyan hatin firotin û hinek ji van çekan di bûyera meha mijdara sala borî ku di navenda polêsan bi çekan êriş kiribûn û 2 jê amerîkî 5 kes hatibûn kuştin di wê êrişê de bi kar anîbûn.

Hat ragihandin ku xebatkarên îstîxbarata Urdunê bi firotina van çekan bi milyon dolaran pere bi dest xistin û bi van pereyan wesayitên luks, telefon, amûrên elektronîkî û tiştên wiha standine. Piştî ku li Urdunê bûyer deng veda û lêpirsîn hate vekirin, li ser îdiayan hinek berpirsên ku bi bûyerê re têkildar hatin girtin.

Bi heman mijarî:

Krîza Sûriyeyê dewam bike dê Urdun û Libnan jî perçe bibin
Qralê Urdunê Abdullah parlamentoyê fesîh kir
Li Urdunê kevokek ragihandinê yê DAIŞê hate girtin
Urdunê balyozê xwe yê Tehranê vekişand
Urdunê navenda Biraderên Misilman girt
Etîketan:
Çek şandina Erebîstana Siûdî ji bo mûxalifan, Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), Al Jazeera, Rojnameya The New York Times, Urdun
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de