18:14 17 Çile 2018
Zindî
    Zarokên penaber

    Zarokên penaber di destê komeleyên cihadîst de ne

    © AFP 2018/ Philippe Huguen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Saziya Meclisa Mafê Jiyanê ya li Hemberî Şer pevçûnên Sûriyeyê û bandora wê li ser Hatayê girte raportê û bal kişand ku komeleyên cihadîst ji rewşa heyî îstîfade dikin.

    Hatay — Li navbera sînorê Hatay û Sûriyeyê de ji bo ku çûn û hatinênbi qaçaxî neyên kirin bi dirêjahiya 35 kîlometroyan dîwarekî betonê yê modüler hat avakirin.

    Penaber
    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Saziya Meclisa Mafê Jiyanê ya li Hemberî Şer piştî du raportên bandora şerê Sûriyeyê li ser Hatayê par ve kirin, di 19ê Hezîranê de li bajêr bi tevlîbûna parlamenter, rojnamevan, nûnerê saziyên sivîl civînek li dar xist.

    Grûbên cihadîst ji şertên heyî sûdê werdigrin

    Di civînê de bal kişandin ser hewldan û xebatên grûb û komeleyên cihadîst û hat gotin ku zarokên penaberan ji terefê hinek komên cihadîst ve li dibistanên ne laîk perwerdeyê dibînin û hinek saziyên sivîl ku nêzîkatiyê bi van grûbên cihadîst re dikin piştigiriyê didin wan û ji bo wan derfet û îmkanên rêxistibûyînê dide.

    Meclisa Mafê Jiyanê di daxuyaniya metnê xwe de got: "Bi awayekî cidî metirsî heye ku hetanî demeke nêz cihadîzma Tirkiyeyê derkeve heye, li hemberî vê metirsiyê jî divê tekoşîneke bi rêxistibûyîn û mêranî were kirin."

    Bi heman mijarî:

    Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
    Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
    Terorîstan gule reşandin: 6 penaber hatin kuştin
    20 jê zarok 34 penaber li çolê ji bêavî mirin
    Zarokên penaber fêrî fuhûşê dikin
    Etîketan:
    Xebata grûb û komeleyên cihadîst, Metirsiya li ser zarokên penaberan, Saziya Meclisa Mafê Jiyanê ya li Hemberî Şer, Hatay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de