08:45 23 Çile 2018
Zindî
    Operasyona Leşkerî ya Minbicê

    Minbic - Şervan nêzî bazarê bûn!

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi taxa El-Hezawnê ya Minbicê ve diçin û tenê di navbera wan û bazara sereke de yek km maye.

    Minbic — Operasyona rizgarkirina Minbicê bênavber berdewam dike. Li gorî agahiyên ku li ser malpera ANHAyê hatine belavkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji ser rêya Şêx Abidîn ve ber bi taxa El-Hezawnê ya ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Minbicê ve diçin.
    Piraniyê gelê taxa El-Hezawnê kurd û ereb in. Bi vê pêşketinê şervanên Minbicê tenê kîlometreyek dûrî bazara sereke ya bajarê Minbicê ya ku bi navê bazara El-Muxetta tê naskirin, mane.
    Hate ragihandin ku şerê li herêmê ya di navbera terorîstên DAIŞê û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi awayekî dijwar berdewam dike.


    Bi heman mijarî:

    Li Minbicê êrişa terorîstan a li ser depoyên genim hat şikandin
    Şerê li Minbicê didome: 26 terorîst hatin kuştin
    YPGê û HSDê li Minbicê xalên kontrolê danîn!
    HSDê piştî Minbicê, berê xwe dide Reqayê
    Hêzên HSD û YPGê ketin nava Minbicê
    Etîketan:
    pêşveçûn, bazar, minbic, daiş, şer, meclisa leşkerî ya minbicê, rojava, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de