14:37 26 Gulan 2018
Heleb

Li Helebê şer: 14 welatiyên sivîl bûn qurbanî

© Foto : pukmedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Helebê şer û êriş berdewam e. Li bajar û gundewarê Helebê di şerê dijwar ê 24 saetên dawiyê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

Heleb — Hinek çavkaniyên herêmê ji mera ragîhandin ku komên girêdayî ‘Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê' ji taxa Benîz Zêd a Helebê bi dehan fûza û moşek avêtin taxên Mokambo, El-Şehba, Silêmaniyê, Firensiyê, El-Mol, Kolana El-Nîl, derdora Mizgefta Ayîşe, Kolana Tişrîn, derdora Baxçeyê Tişrîn û Qada El-Qereçî yên bajarê Helebê. Li taxên Şîhan, Benî Zêd û Selaheddîn di navbera hêzên rêjîmê û koman de şerên dijwar rû dan.

Li gorî agahiyên berdest, di vê topbbaranê de 8 welatiyên sivîl ku di nava wan de du jin yek ji wan ducanî ye, hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyan diyar kir ku şevê din li taxa Mokambo di saetên fitarê de ji ber topbarana çeteyan, 4 welatiyan du ji wan jin û yek zarok jiyana xwe ji dest dan.

Li bakûr-rojhilatê Helebê jî bajarê Babê, li rojhilat bajaroka El-Mehdûm a girêdayî bajarê Meskenê, li rojava jî bajaroka Kefer Heleb û herêmên Cumiyet El-Hadî hatin bombebarankirin. Ji ber vê êrîşê jinek hat kuştin.

Li herêma gundewarê başûrê Helebê jî bajarok û gundên Zirbê, Til Hediyê, Herş El-Kemarî, Îkarda, Zêtan, El-Hedbê û Xelsa rastî êrîşên balafirên şer ên rêjîmê hatin. Ji ber êrîşan welatiyekî jiyana xwe ji dest da û ziyanên madî çêbûn.

 

 

Bi heman mijarî:

HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
"Kurd ditirsin ku Heleb bibe navenda El Qaidê yê"
Esad: Heleb Stalingrada me ye
Heleb - Artêşa Tirkiyeyê êriş kir!
Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye
Etîketan:
êriş, Şer, birîndar, tax, Welatiyen sivîl, kuştin, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de