08:48 24 Çile 2018
Zindî
    Midyad

    Navçeyên Erdîş û Mîdyad dibin bajar

    © Wikipedia/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Tirkiyê dixwaze navçeya Mîdyad a Mêrdînê û navçeya Erdîş a Wanê bike bajar, navenda bajarê Şirnexê bibe Cizîrê û ya Colemêrgê jî bibe Geverê.

    Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Tirkiyê dixwaze navçeya Mîdyad a Mêrdînê û navçeya Erdîş a Wanê bike bajar, navenda bajarê Şirnexê bibe Cizîrê û ya Colemêrgê jî bibe Geverê û her wiha biryar heye ku navê Şirnexê jî wekî bajarê Nûh bê guhertin.

    Li gorî malpera El Cezîrê ya beşa Tirkî, hikûmeta AKPê dixwaze hêjmara bajarên Tirkiyê ji 81 bajaran bike 83 bajar. Hikûmet dixwaze navçeya Mîdyad û Erdîşê bike bajar û bi vê yekê jî nasnavê bajarê mezin yê Mêrdîn û Wanê nemîne û Şaredariyên her du bajaran jî di destê DBPê de ye.

    Her wiha hikûmet li ser wê yekê dixebite ku navê Şirnexê wekî Şehrî Nûh yanî Bajarê Nûh biguherîne. Li gorî rîwayetan keştiya Hezretî Nûh li çiyayê Cûdî yê Şirnexê rawestiya ye û Şirnex navê xwe ji wê digire. Niha jî gelek rêxistin û welatiyên Şirnexê navê bajêr weke Bajarê Nûh bi nav dikin.

    Bi heman mijarî:

    Akar serdana Şirnex û Nisêbînê kir
    Şirnex ji çar aliyan ve tê topbarankirin
    Li Şirnex û Colemêrgê şer: 2 leşker hatin kuştin 7 jî birîndar bûn
    ŞIRNEX - Bi roketan êrişî baregeha polêsan hat kirin! Gelek birîndar hene
    Şirnex - Fermandarek û 5 endamên YPS jiyana ji dest dane
    Etîketan:
    Bajarbûna navçeyên Erdîş û Midyadê, Guherandina navê bajarê Şirnexê, Hikumeta Tirkiyeyê, Erdîş, Midyad, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de