11:12 23 Çile 2018
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    Li bajarê Minbicê pevçûnên dijwar: 16 kuştî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervanên kurd nuqteyên kontrolê yên terorîstên DAIŞê derbas kirin û ber bi Çerxerêya Aşên Minbicê ve dimeşin. Di şerê li vir qewimî de herî kêm 16 terorîst hatin kuştin.

    Minbic - Operasyaona Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Leşkerî ya Mibicê ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê daye destpêkirin di roja xwe ya 27an de bi hemû dijwariya xwe didome. Şervan rojane serkeftinên mezin bi dest dixin û pêşve diçin.

    Li gorî agahiyên nûçegihanên ku operasyonê ji nêz ve dişopînin ragihandin ku şervanên meclîsê li deriyê başûr ê ketina bajar gavek din jî pêş de çûn. Nûçegihanan diyar kirin ku şervanên meclisê ber bi Çerxerêya Aşên Minbicê ku 1 kîlometroyekê li bakurê depoyên genim ên bajar ve pêşve çûne. Bi vê yekê şervanan nuqteyên kontrolê yê terorîstan li aliyê başûrê bajar a li ser rêya Minbic û Meskene derbas kirin.

    Ev pêşketina şervanan meclisê di çarçoveya pevçûnên dijwar ên ku şevê din saet di 02.00an de destpêkirin û heta niha didomin de hat pêk anîn. Bi qasî ku hatiye zelalkirina heta niha 16 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Minbicê êrişa terorîstan a li ser depoyên genim hat şikandin
    Şerê li Minbicê didome: 26 terorîst hatin kuştin
    YPGê û HSDê li Minbicê xalên kontrolê danîn!
    HSDê piştî Minbicê, berê xwe dide Reqayê
    Hêzên HSD û YPGê ketin nava Minbicê
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Operasyona rizgarkirina Minbicê, Operasyaona Fermandar Feysel Ebû Leyla ya, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de