21:43 21 Çile 2018
Zindî
    Serdegirtin, binçavkirin

    Li navçeya Seravê ya Wanê operasyon: 8 binçavkirin

    © Foto: AA / Ahmet Dumanlı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro berê sibehê li navçeya Seravê ya Wanê di operasyona serdegirtinên malan ên hemwext de herî kêm 8 welatî hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Îro berê sibehê li navçeya Seravê ya Wanê tîmên taybet bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin û 8 welatî hatin binçavkirin. Li taxên Orenbûrç, Keçîkayasî û Yamanyûrtê tîmên taybet bi refaqetiya wesayîtên zirxî bi awayekî hemwext bi ser gellek malan de girtin.

    Timên taybet bi hinceta ku "piştevanî û alîkariya rêxistinê kirine" Keyayê Yamanyûrtê A.Selam Çalişkan û Zafer Çalişkan, li Taxa Orenbûrçê Abdûllah Bîna, Ayhan Baysal, Hamdîn Keşel, li Taxa Keçîkayasiyê jî Reşat Erçîçek û Hanîfî Şengul û li Taxa Bakişikê jî Şaban Korkût hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin ku welatiyên hatin binçavkirin, birine Qereqola Cendirmeyan a navçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Piştî mîtînga HDPê ya Stenbolê bi dehan kes hatin binçavkirin
    Li Semsurê 3 xwendekar jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin
    Li Edirneyê operasyon:Hevserokên HDPê hatin binçavkirin
    Li Colemêrgê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin
    Li navçeya Licê yek je rêvebirê HDPê 2 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Polêsên tîmên taybet, Operasyona binçavkirinê, Ayhan Baysal, Abdûllah Bîna, Zafer Çalişkan, A.Selam Çalişkan, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de