01:29 22 Gulan 2018
    DAIŞ

    Wezîrê Darayî yê DAIŞê li bajarê Mûsilê hat kuştin

    © Foto : pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Wezîrê Darayî yê rêxistina terorîst a DAIŞê di operasyonekê taybet a hevpeymanan de li bajarê Mûsilê hat kuştin.

    Mûsil — Çavkaniyekî ji herêmê eşkere kir ku duhî yekşemê di operasyoneke taybet a hêzên hevpeymanan de çend bingeh û navendên rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê balafirên şer ê koalîsyonê ve hatin bombebaran.

    Her wiha di wê operasyonên de, Wezîrê Darayî yê DAIŞê Îbrahîm Mihemed ku bi navê Îbrahîm Ebreş tê naskirin û çend terorîstan re li nava bajarê Mûsilê bûne hedefa balafirên şer ên hevpeyman û hatin kuştin.

    Li gorî heman çavkaniyê balafirên hevpeymanan di heman operasyonê de depoyeke çek û teqemenî ya rêxistina terorîst DAIŞê rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
    Waliyê berê yê Mûsilê: ‘Îran dixwaze bi ser Mûsil re bigihêje Sûriyayê’
    Etîketan:
    Operasyona koalîsyona hevpeyman, Kuştina wezîrê DAIŞê, Wezîrê Darayî yê DAIŞê, Îbrahîm Mihemed, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de